Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)- EBNA- Japonya bi nifûsa xwe ya 126 mîlyonî di rêza dehemîn a herî qelebalix a cîhanê de ye. Ev welatê ku li parzemîna Asyayê ye, komek giravan e ku ti sînorên bejayî bi tu welatan re tune û bi Çîn, Koreya Bakur, Koreya Başûr û Rûsyayê re sînorên deryayî hene.
Hin amaran diyar dikin ku kêmtir ji deh yek ji sedî yê welat misilman in, ku ji sedî 90 ji wan koçberên welatên curbicur wek Tirkiye, Pakistan, Maleziya, Endonozya, Çîn, Bengladiş, Iraq, Misir û Îranê ne û ji sedî 10ê mayî jî misilmanên xwecihî yên welêt in.
Her çend hin dîroknas bawer dikin ku Îslam di sedsala 17an de ji aliyê hin komên koçberan ve derbasî vî welatî bûye, lê hin alimên misilman û şîe yên Japonî, wek nemir Hacî Mihemed El-Qaîm Sewada Safa, dîroka hebûna Îslamê li vê herêmê hevdemî bi dehsalên yekem ên Îslamê û hebûna hin şîeyan li vê herêmê dizanin.
Li gorî vê lêkolînê, Japonên ku eslê wan vedigere herêma Matagi, di nav komên yekem ên şîe de ne ku nêzî 1400 sal berê derbasî welêt bûne. Peyva "Magathi" ji peyva erebî "muttaqi" hatiye wergirtin. Ev kesên hanê Şîe bûn ku ji bo xwe ji bindestiya mîrên Emewiyan rizgar bikin, rêyên deryaya Kendava Farsê û Okyanûsa Hindê derbas kirin û ketin giravên Hainan û Taywanê li başûrê Çînê. Ji ber peywendiyên dostane yên navbera Çîn û Japonê di wê demê de, beşek ji wan koçî Japonê kirin û yekemîn koma şîeyan li vê herêmê pêk anîn.
Mizgefta Kamî ya Tokyo, mizgefta herî mezin a Japonyayê ye
Niha, li derdora Parka Neteweyî ya Nikko, ku li bakurê rojavayê Prefecture Tocigî ye û beşek ji girava Honshu ye, pênc çiyayên bi navê Taruyama, Nantaisan, Niyo hozan, Eşîn mişî, û Şoşin mîşî hene. Li gor lêkolîna nemir Profesor Sewada Safa ku di pirtûka “Pênc Çiyayên li Nikko, Sembolên Pênc Kesan” de hatiye weşandin, ev her pênc çiya sembola Pêxember (s.x.a), Îmam Elî, Hezretî Fatima , Îmam Hesen û Îmam Huseyn (Silav liwanbin) in. Ji ber sedemên curbecur hebûna Îslam û Şîîtiyê li Japonyayê dewam nekir.
Dubare xuyabûna Îslamê li vî welatî vedigere sedsala 17`an, ku li gorî belgeyên dîrokî, bi amadebûna hin nûnerên siyasî yên Japonê li welatên curbicur ên îslamî bi encam bûye.
Ji ber ku hin lêkolîner guman dikin ku ev kes misilman bûne û vê guherandina olê wekî hincetekê dihesibînin ku bêtir agahdarî li ser axa îslamê bi dest bixin, ev kes bi rast nayên hesibandin ku çavkaniya nasiya Japonan bi Îslamê re.
Lê belê nasîna bi bazirganên misilman li welatên cuda yên cîhanê, zewaca bi jinên misilman û afirandina nifşekî ji zarokên misilman û herwiha koçkirina komên curbicur ên misilman bo Japonê, bandoreke mezin li hebûna misilmanên vî welatî kiriye. Yek ji encamên vê bandorê anîna jimareke Japonî bû misilman, ku bi navê “misilmanên xwecihî” tên naskirin. Hebûna mizgefta dîrokî ya "Kobe" nîşana hebûna nêzîkî 200 salî ya misilmanan li vî welatî ye.
Mizgefta Kobe, yekem mizgefta ku li Japonyayê hatî çêkirin
Di nav van misilmanên koçber de, komek şîe jî hebû ku divê di van dehsalên dawî de yek ji komên yekem ên şîe yên welêt were hesibandin. "Şîiyên xwecihî yên li Japonyayê" jî piştî lêkolînên îslamî gelek caran Şîîtî wekî dînê xwe qebûl kirine.
Di beşên din yên vê gotarê de emê kar û çalakiyên hinek Şîeyên Japonî bidin nasîn.
......................
/Dawiya peyamê
Tags
Şîeyên li Japonyayê
Binerdkirin
Lêkolînên Şîa
Japonya
Nûçeyên têkildar
Your Comment